10.4 C
Frankfurt am Main
Freitag, April 26, 2024

Hevpeyvîna bi Burc Baysal, rêveberê yekîtiya pîşesazî û bazirganiya Amedê DISIAD

Burc Baysal, rêveberê yekîtiya pîşesazî û bazirganiya Amedê DISIAD: „Daxwaza me ewe, kardarên Evrupa çawa ku xebatên xwe yê aborî li Evrupa dimeşînin, dibe li welatê xwe jî bi wî rengî bimeşînin.“

Reporter: Leylan Uca

Ew, di sala 1973 an li Amedê ji dayîk bû û xwendina xwe li wêderê qedand. Di sala 1993 an de, di beşa înşaatê de dest bi kardariyê kir. Her wiha, di sala 2000 an de dest bi beşa firotana xwarin û vexwarinê kir. Navê wî Burç Baysal e û ji 12’ê Gulana 2012 an ve rêveberê ‚Yekîtiya Pîşesazî û Bazirganiya Amedê‘ DISIAD’yê ye. Me bi Burç Baysal re, di derbarê xebatên DISIAD li Amedê de hevpeyvînek çêkir.

Birêz Baysal, wek rêveberê ‚Yekîtiya Pîşesazî û Bazirganiya Amedê‘ DISIAD, hûn dikarin hîn agahiya di derbarê saziya xwe de bidin?

Belê, DISIAD yekîtiyeke herêmî ye, li Amedêye. Kesê ku bixwaze bibe endam, pêwîste ji Amedê be, kardar be û hêjmareke zêde yê xebatkarê wî hebin. Armanca me ya DISIAD eve ku em aboriya Amedê xurt û zêde bikin. Her wuha armanacek me ya dina jî, pîşesazî yê li herêmê û li her deverên Tirkiyê pêş bixînin.

Belê, li Amedê gelek dezgehên aborî hene. Cudahiya DISIAD ji wan çiye?

Em dikarin bêjin ku DISIAD yekîtiyeke aboriya welat e, lê belê ji bilî wê jî yekîtiyeke ûcdani ye. Em dixwazin rewş, jiyan, xebat û keda gele xwe jî bînin ziman. Ger em bi tenê li xebatên DISIAD ên aborî binêrin, wê demê ev dibe neheqî. Ji ber em xûrtbûna xebatên xwe, li ser zor û zehmetiyên jiyana gelê xwe dimeşinin.

Hun dikarin mînakên vê bidin?

Di dema pêvajoya aşîtiyê de, hîn fikir û ramanê DISIAD hebûn. Me xwest pirsgirêka Kurd çareser bibe. Li herêmê û di nav Tirkiyê de pirsgirêka Kurd bi dawî bibe û herwuha aşîtî derkeve pêş. Ji bo wê jî me xebatek meşand. Ne tenê ji bo kurdên herêmê, ji bo tevahiya Evrupa. DISIAD giraniya xebata xwe danî ser wê ku pirsgirêk çareser bibe û aşîtî pêkwere. Lê tiştê ku gel van salê dawî jiyaye cuda bu, bi navê xwedîderketina nirxên Kurd û Kurdistanî bû. Me jî xwest bi zimanê Kurd û Kurdistanî, bi navê gelê xwe gelê Kurd li tevahiya dinyayê xebat bi meşînin.

Hun vê rewşê di dema rêveberiya xwe de çawa dinirxînin?

Ez dikarim bêjim, me di van 6 salên dawiyê de xebata xwe nîvînîv meşandiye. Di sê salên destpêkê de xebata me yên wek rêveberî, bi giranî li ser xebatên aborî bû. Li ser xurtkirina aboriyê ya herêmî, mîna turîsm û pîşezasî bu. Herwuha UNESSCO jî karekî mezin anîbû, tevî rêveberiya herêmê xwestin bimeşînin. Lê di sê salên dawiyê de, piştî rewşa awarte dest pê kir, êdî hewldanên me hatin guhertin û me giranî da ku şer bi dawî bibe û dîsa aşîtî çê bibe. Niha jî giraniya me li ser wê xebatê ye.

Ango hûn dibêjin bi rewşa awarte re, rewşa aborî hat xitimandin?

Belê, tiştê ku min xwest bînim ziman ev bû. Dema gelê herêmê û yê Tirkiyê ji bo aşîtiyê bi hevdure runenin, dema xebata aşîtiyane bi hevdure neyên meşandin, aborî jî nameşe. Dema ku pirsgirêk dewam bike û çareserî çê nebe, aborî jî dixitime. Berî her tiştî em ji hikumeta Tirkiyê dixwazin ku ve pirsgirêkê çareser bike. Dema ev pirsgirêk çareser nebe, rola aborî yê nameşe.

Belê, di warê pîşesaziyê li herêmê hun çi dikarin bêjin?

Niha li herêmê bingeha pîşezaiyê pir tuneye. Wek DISIAD em vê hertim tînin ziman. Pêwîste ku di qada pîşezaiyê de ev pirsgirêk were çareserkirin û em wê bingehê ji nû de ava bikin. Ji bo alîkariya bingehîn a herêmê jî daxwaza me ewe

ku em xebata di navbera herêmê û hikumeta Tirkiyê de zêde bimeşînin, da ku bingeh ava bibe û aboriya herêmê zêde bibe.

Ji bo xurtkirina aborî li herêmê,pêwîstiya we bi çi heye?

Belê, yek ji mînakên kar yên ku bikarîbin alîkariya aboriya herêmê bikin, karê tekstîlê ye. Ji bo avakirina vê bingehê, me daxuyanî jî da. Kardar ji derveyê herêmê jî hatin û dest bi vî karî kirin. Ji bo ku herêm were naskirin, pêwîstiya me bi turîzmê heye, turîzm ji bo aboriya herêmê gelek girînge û karekî mezine. Dema turîzm li herêmê zêde bibe, dikare bandora xwe li ser aboriya heremê bike. Jiber wê jî pêwîstiye me bi nasandina herêmê heye. Wek din li herêmê kespûkara(qazanc) binê erdê zêde ye, mîna mermer. Erda herêma Kurdistan dewlemende. Dema ev kar jî bimeşe, wê rewşa aborî hîn dewlementir bibe.

Bi hatina we ya Evrupa, we hevdîtin bi Yekîtiya Kardarên Kurd re pêk anî. Hûn di wî warî de dikarin çi ji mere bêjin?

Belê, em bi Yekîtiya Kardarên Kurd li Evrupare hatin cem hev. Daxwaza me ew bu ku danûstandinên me yê herêmî bi wan re hîn xurtir bibin. Berê jî 2 hevdîtinên me pêkhatibûn, lê ew berdewam nebun. Hedefa me ya destpêkê ew bû, ku kardarên Evrupa herêmê nas bikin û destek bidin, aboriya herêmê xurt bikin. Tecrubeyên kardarên li Evrupa ji yê me zêdetirin, em dixwazin AKEE vê zanebûnê û tecrubeyê, bi mere parve bike û bi vê armancê jî em bihevre karekî bimeşînin. Bingeha hevdîtina me li ser vê armancê bû. Hedefa me elçîtiya bi dil e. Her wuha hûn jî dizanin, seferên dîrekt yên di navbera Amed û Elmanya de nû destpêkir. Jî ber cara yekemin bû, em jî pê hatin.

Birêz Baysal, peyama we ya dawî çiye?

Daxwaza me ewe ku kardarên Evrupa çawa xebata xwe ya aborî li Evrupa dimeşînin, dibe ku li welatê xwe jî, di nav gelê xwe de jî bimeşînin. Zanebûna wan, xurtbûna wan û aboriya wan li ser kîjan xebatê dimeşe, dibe ku li herêma kurdan jî bi wî awayî were meşandin.

Birêz Baysal, em spas dikin, di kar û xebatên we de serkeftin dixwazin.

NEUESTE ARTIKEL